BEŞDARIYA NIVÎSKARÊN KURD LI “FRANKFÛRT”Ê

14:09 - 9 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Yek ji pêşangehên pirtûkan ên mezin li Frankfûrtê hate dest pêkirin ku nivîskarên kurd jî dike mêvanên xwe.

Li gor rapora bi rêveberiya wê pêşangehê, di pêşangeha îsal dê di navbera 10-14\'ê vê mehê de li dar bikeve ji 100\'î zêdetir welatan dê beşdarî çêbe û li bendê ne ku 7300 stand bêne vekirin.

Her sal welatekî wekî Welatê Mêvan tê hilbijartin. Îsal Zelandaya Nû wekî Welatê Mêvan hatiye qebûlkirin û sala 2013\'yan dê Brezîlya, 2014\'an de jî dê Fînlandiya vê payeyê bigire. Zelandaya Nû dê bi 70 nivîskar û 100 hunermendên de li Frankfûrtê amade be.

Nivîskarên kurd Helîm Yûsiv, Ehmed Huseynî, Fêrgîn Melîk Aykoç, Mîr Qasimlo, Perwîz Cîhanî û Zeynel Abidin jî dê amade ne ku dê beşdarî fuarê bin. Her wiha nivîskar û helbestvan Arjen Arî jî dê li heman çalakiyê ba, lê ji ber nexweşiya xwe dê nikaribe beşdarî fûarê bibe.

Pêşangeha Pirtûkan a Frankfûrtê ku di nav fûarên pirtûkan ên dinyayê de di rêzên pêşî de cih digire, ji sala 1949\'an ve tê li dar xistin.