BEŞA “ŞÎRWAN”Ê LI “ÎLAM”Ê BÛ ŞARISTAN

15:32 - 25 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Zêdebarî ku beşa “Şîrwan”a “Îlam”ê bû Şaristan, hêj hewcehiyên wêder tu nene.

Pêka rapora Kurdpayê, gelek sal bûn ku hin kesan dixwast wê beşê bikin şaristan, lê gelek kes jî li hember wê çendê nerazî bûn û di nameyekî de bertek dabûn parêzgariya Îlamê.

Fermandariya Îlamê zêdebarî viya ku ev beş kire şaristan, navê wê jî bo “Sîrwan” guhart.

Bajarê dîrokiya Îlamê dikeve ser Bakurê parêzgeha Îlamê û Bkurê Rojhilatê bajarê Îlamê û hilketiyen li kêleka avên pir zelale “Serab Kelan”ê.

Li wê herêmê de gelek av heye û şûnên ji bo setrankeriyê jî zaf in lê çi hewcehî ji aliyê berpirsan ve ji bo seyrankeriyê le hev nehatine.

Ev beşe digel viya ku xwediyê zaftir ji 18 Hizar akinciyan e, lê nexweşxane çi niye û zaf ji Bingehên Hukûmî û Dewletî jî li wir çi nînin û xelk hêj girêdayî bajarê “Şîrwan Şerdawl”ê ye.