Beşa herî zêde a îdamkirî û binçavkiriyan di Îranê de kurd in

13:04 - 20 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Sekreterê giştî ê NY raporek derheqê rewşa mafê mirovan di Îranê de belav kir.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, “ Antonio Guterres”, sekreterê giştî yê NY di rapora xwe ya vê dawiyê de, derbarê rewşa mafê mirovan di Îranê de, îşare bi binpêkirina berfireh a mafên mirovan di Kurdistana Rojhilat de kiriye û ragehandiye ku: Beşa herî zêde a îdamkirî û binçavkiriyan di Îranê de ji kurdan pêk tê.

Di vê raporê de hatiye ku, piraniya kesên ku hatine îdam û binçavkirin ji kurdan pêk tê, û di 5 mehên destpêka îsal de, zêdeyî 90 kolberên Kurd hatine kuştin, û birîndarkirin. Her di vê pêwendiyê de, “Teymûr Elyasî” nûnerê Komela Mafê Mirovan a Kurdistan a Îranê di Jinêvê de ragehandiye ku, ev saziya mafê mirovan çavkaniya serekî a raporên saziyên NY di pêwendî digel binpêkirina mafê mirovan di Kurdistan a Rojhilat de ye.

Li gora amarên ku hatine tomarkirin ji aliyê navenda amara Ajansa “Kurdpa” yê ve, ji destpêka meha Kanûna Paşîn heyanî meha Çirriya Pêşîn a îsal, 2484 mînakên binpêkirina mafê mirovan di Kurdistan a Rojhilat de hebûne, ku li gora vê rêzbendê, 1828 hemwelatî hatine binçavkirin, û 177 kolberên Kurd jî hatin kuştin û birîndarkirin, û herwiha 64 hemwelatiyên Kurd ên din jî bi sedemên curbicur di girtîgehên Hikûmeta Îranê de hatine îdamkirin.