Bertekdana Mesûd Barzanî bi êrîşa YNK’ê ser PDKÎ

14:59 - 7 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi destûra Mesûd Barzanî- Serokê Herêma Kurdistanê, heyetek bo lêkolîn li ser pirsa êrîşkirina (beriya niha bi çend rojan) a Yeketiya Niştimanî a Kurdistanê bi ser bargeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêk hat.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mesûd Barzanî heyetek lêkolînê li ser êrîşa hefteya borî ya Yeketiya Niştimanî a Kurdistanê li ser bingeheke PDKÎ li başûrê Kurdistanê pêkanî û destûra vekolîna li ser vê pirsê ragihand.

Ew heyet erkdar e da ku sedema êrîşê û şêweya reftara hêzên ewlekarî (asayêş) a Herêma Kurdistanê ligel malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li meqera wê Partiyê bide eşkere kirin.

Berpirsê ofîsa Mesûd Barzanî- Foad Husên tevî piştrast kirina nûçeya jorên, ragihand: Bi destûra Serokê Herêma Kurdistanê-Mesûd barzanî ew pirs lêkolîn li ser tê kirin ku encama wê dê pêşe rojê de eşkere bibe.

Pêştir jî Polîtboroya Yeketiya Niştimanî a Kurdistanê îlan kiribû:”Me heyetek pêk aniye daku pirsa êrîşa asayêşê bi ser PDKÎ û derxistina rastiyan bide eşkere kirin.

Sêşemiya borî (3/ 3/2015’an) hejmarek hêzên ewlekarî (asayêş) ên ser bi YKN li başûrê Kurdistanê êrîş kiribûn ser bingeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bêhurmetî bi malbatên wan kirbûn ku wê yekê berteka girûpên siyasî û çalakvanên mafên moirovan bi pey xwe hîşt.