Berteka PDK hember axaftinên Rûhanî li Sine

16:02 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Malpera Fermî a Partiya Demokrat a kurdistanê di yekem sernivîsa xwe de, hember gotinên wê dawiyê yên serkomarê Îranê Hesen Rûhanî li Sineya rojhilatê Kurdistanê bertekên tund ji xwe nîşan dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, malpera Fermî a Partiya demokrat a Kurdistanê di ser nivîsa duh ya xwe de a jêr navê “Pêşmerge cîhanê diparêze” bi gotinên Hesen Rûhanî a ku gotibû me Hewlêr ji DAÎŞ paras” bertek nîşan da.

Di wê babeta li ser malpera PDK hatî veşandin de hatiye: “Hin rastî hene ku divê Rûhanî û xelkê Sine bizanibin.”

Di beşeke din a wê gotarê de hatiye DAÎŞ rêxistineke terorîst a cîhanî ye ku ji hemû welatên cîhanê endaman verdigre. Ew rêxistina terorîstî gefek li ser hemû cîhan û mirovahiyê ye ku hember wê rawestan erkek giştî ye.

Wê Gotarê di berdewamiya nivîsa xwe de ragihandiye: Kurdistanê di şerê DAÎŞ de gelek bedîl dane. Pêşmergeyan bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastine û terorîsm şikandine.

Yek hezar û heftsed şehîd û hefthezar birîndar belgeyeke ku nîşandide gelê kurdistanê nehîş teror li Kurdistanê pêşbikeve. Ew pêşmerge bû ku bi xwîn û berxwedana xwe DAÎŞ têkbir û netenê berevaniya Kurdistanê kir belkî wek mertalekî bo mirovayetiyê jî xwe nîşan da. Ew pêşmerge bû ku nehîşt rêya terorê bi cîhanê û welatên cîran re bê vekirin.

Di dawiya wê sernivîsê de hatiye: Herêma Kurdistanê sipasiya xwe ji hemû aliyên dij bi DAÎŞ`ê bi wî re bûnî alîkar dike û tevî îşarekirin bi alîkariya hikûmeta Îranê destnîşankiriye ku ew pêşmerge bûn ku xelkê Kurdistanê ji dijminan parastin.

Hesen Rûhanî roja Yekşemî 26`ên tîrmehê di axaftinekî de li Sineya rojhilatê Kurdistanê ragihandibû: “Hekî hikûmeta Îslamî ya Îranê nebûya, Îro Hewlêr û Bexda jî dê biketana jêr rikêba terorê.”