Berteka mehricana Fîlma Stenbol liser sansûr kirina fîlma Bakûr

20:44 - 14 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Sînemagerên mehricana fîlma Stnbola Tirkiyê, sansûr û qedexekirina fîlma bi naveroka; têkoşerên Kurd li bakûrê Kurdistanê, ji aliyê wezareta Çanda wî welatî ve, şermizar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh zêdeyî 100 kes ji sînemagerên Tirk û derveyî wî welatî, li ser derxistina fîlma “Bakur” ji ekranên sînemayî, bertek nîşan dan û nerazî bûna xwe dan xuyand in.

Wan hezkiriyên huner û şanoyê, tevî baykot kirina 34`emîn gera mehricana Navdewletî a fîlma Stenbol, her şêwe mudaxileya hikûmetê li kar û barên hunerî, mehkûm kirin.

Nûrbîlge Cîlan, xwediyê xelata “Ken”, ji wan kesan e ku piştevanî ji Fîlma Bkûrê Kurdistanê kiriye.

Fîlma Bakûr bi derhêneriya Cayan Demîrêl û Toxrol Mawî oxlo, jiyan û têkoşîna girîlayên jin û mêrdên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dişopîne û axaftinên berpirsên wê tevgerê wek ;Cemîl Bayîk- Fermandarê leşkerî yê PKK, li çiyayê Qendîlê nîşan dide.