Berprisê Encumena Karton û Karîkatoran a bajarê Sine canê xwe ji dest da

20:25 - 24 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Encumena Karton û Karîkatoran ya bajarê Sine, bi sedeme qezay terafîkê di riya di navbera bajarên wekî Kamyaran û Sine de canê xwe ji dest da.

Şeva borî, Emîr Sohêylî, karîkatorîstê bajarê Sine, li ser cadeya di navbera bajarên Kamyaran û Sine de, bi sedema qezaya terafîkê jiyana xwe ji dest da.

Navbirî li sala 1388`an, bi awayekî pisporane, dest bi çalakiyên di warê “Henek û Kartonan” de kiriye, û heya pêş wê bûyerê, wekî berpirs û birêveberê Encumena Karton û Karîkatoran a bajarê Sine çalakî encam didan.

Emîr Sohêylî, heya niha çar pêşangehên takekesî û 16 pêşngayên girûpan lidarxistine, û tevî beşdarîkirin di festîvalên cîhanî de, 18 dîplomên serkevtinê di wî warî de bi dest ve anîbûn.

Ev hunermendê Kurd, li sala 1362`an, li bajarê Sine ji dayîk bibû, û herwisa di derbazbûyî de, digel belavokên Kurdî yên bi navên “Kurdewarî û Sîrwan” û … hwd hebûye.