Berpisê parastin( Heraset)a sistem(Şebeke)a Bêhdaşt( Binkên saxlemî)a Bokan, hereşa desdirêjiya sexî bi karbidestên jin dike

20:01 - 11 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: bandor û hereşa berpirsê parastina şebeka bêhdaşata şarê Bokan ser perestar û karbidestên jin yên nexweşxane ûşebeka bêhdaşt, nigeranîû nerizatiyê li vê senterê bi dû xwe aniye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik ji şarê bokan, li midê wan çend salên borî de, hejmarik ji karbidestên şebeka bêhdaşt û nexweşxana şarê Bokan, ji aliyê berpirsê parastina şebeka bêhdaşt, rûberûyê ji kar derxistin û girtin û heya çand karbidestê jin jî tûşî hereşa desdirêjiya sexy bibûn.

Ew serekanî eşkere kir ku, “ C.R” ku berpirsê parastina şebeka bêhdaşte û ji xelkêşarê Miyanduave, 10 sale ku berpirsatiya parastinaşebeka bêhdaşta şarê bokanê li ustûye û li wî mideyî de, çendîn karbidestê nexweşxana şarê Bokan wek, Qasim Rehîmî Azer, Elî Ismaîl Nijad ûŞoriş Ariyapûr, tûşî hews û ji kar derxistin kirine.

Bas ji hindê jî kir, ew berpirs, tev kesik bi navê “ K.Ê”, ku pêşde nûnerê sipaha pasdaran li şarê Bokan bûye û he niha berpirsê pişka karguzînî ya şebeka bêhdaşte, bi karbidestên jin yên nexweşxana şarê Bokanê ragihandiye: eger sîxurî bo nekin, yê desdirêjiya sexî bikin ser.

Ew jî got; ew 2 kes, ku li naw dezgeha ewlehiya şarê Bokan de, dest hene, bi alîkariya kesik ji xelkêşarê Bokan bi navê “R.K”, bi rewşik berpan, narkozan parwedikin û heya niha, bi 10an lawên şarê xwe tûşî narkozan kirine.

Parastina berjewendiyên rêjîm û karê sîxurî, weke erka serekeya parastin li zanîngehan û ciyên din mîna, nexweşxanan danîne û berpirsên parastinli wan ciyan de, ji aliyê senterên êminiyên hukûmeta islamiya ûranê tên danîn.