Berpirsyarên Hikûmeta Îslamiya Îranê niha jî pêşiya birêveçûna nimêja Înê ya li mizgefta Îslam Abad a Suniyên li bajarê Urmiyê de digrin

22:27 - 9 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kudrpa: Destêwerdana îdare û berpirsyarên hikûmî di nava karûbarên mizgefta Suniyan li bajarokê Îslam Abad a Urmiyê de, birêveneçûna nimêja Înê a Suniyan di heyama sê hefteyên borî de lê ketiye.

Roja Înê 18’ê Befranbarê bo cara sêyemîn e ku nimêja Înê di vê mizgeftê de bi rê ve neçûye.

Nûçegihanê Kurdpa di doma vê raporê de got: “Îdareyên hikûmetî melayekî hikûmetî bi îskort ve bo pêşnimêjiya vê mizgeftê şandine, ku ew yek bûye sedema nerazîbûna hemwelatiyên Kurd ên vê herêmê”.

\"29309.jpg\"
Mela Reza Ebdî
Li gora gotina vî nûçegihanî, Hevwelatiyên Kurd ên bajarokê Îslamabadê derheq vê pêngava îdareyên hikûmetî nerazîbûna xwe eşkere kirine, ku ew nerazîbûna wan bû sedema destêwerdana hêzên taybetî ên hikûmetê, û rewş ber bi tundûtîjiyê ve çû.

Li gora zanyariyan li encama şer û pevçûnan de 10 kes birîndar bûne.

Akinciyên bajarokê Îslam Abad a Urmiyê, derheq şandona mamostayekî bi navê Tahir Peyxamî ji aliyê hikûmetê ve, bi armanca birêvebirina nimêja Înê nerazîbûna xwe eşkere kirine, û daxwaz kirine ku pêşnimêjê vê mizgeftê wate Mela Riza Ebdî vegere ser cihê xwe.

Hemwelatiyan ragehandine ku ew amade nînin li pişt serê wî mamostayê ku taze hatiye wir, nimêjê bikin.

Di heyama çend salên borî de mizgefta Quds ya Îslam Abadê û xwendingeha olî ya Selahedînê Eyobî, li jêr berpirsatiya Mela Reza Ebdî de hatiye îdarekirin, û çavkaniyên aborî ên vê mizgeftê jî ji aliyê xelkê xêrxwaz ve hatiye dabînkirin, û ew mizgeft jî bi komkirin û alîkariyên malî ên hemwelatiyên Kurd ve hatiye avakirin”.

Wê çavkaniyê di dawiyê de got: “Ew kes dixwazin bi pêkanîna şer û alozî û nakokiyê, birêvebirina mizgeft û xwendingehên zanistên olî ên Selahedînê Eyobî, bixin bin deshilata xwe de”.

\"29311.jpg\"

\"29310.jpg\"

\"29312.jpg\"

\"29313.jpg\"