Berpirsyarekî emnî daxwazkarê jinavçûna hikûmeta herêma Kurdistanê ye

21:26 - 3 Hezîran 2012
Kurdpa: Di civînekê de ku li jêr navê “çavên vekirî” li zanîngehekê li Sinê de birêve çû, berpirsyarekî emnî daxwazkarê jinavçûna hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Li gorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja 9’ê Cozerdanê ji aliyê îdareya giştî ya îtilaata parêzgeha Kurdistanê li hola kolîja Edebiyata zanîngeha Kurdistanê civînekbirêve çû ku têde çendîn mijar li çarçoveya dije sîxoroyê hatin baskirin. Di vê civînê berpirsyarên tewaya dem û dezgehên hikumî ên parêzgehên Kurdistanê û gişt fermanberên heraseta wan îdareyan beşdar bûn.

\"4737.jpg\"
Nûçegihaniya Kurdpa li doma rapora xwe de eşkere kir ku yek ji mêhvanên vê civînê bi navê Hacî Axa Muqedem ku wek yek ji berpirsyarên dije sîxoriyê a hikumeta Îranê hate nasîn, di nava axavtina xwe de bi anîne holê ya pirsên emnî li nav coxrafiyaya cînarên Îranê bas ji jinavçûna hikumeta herêma Kurdistanê kiriye.