Berpirsên Hikûmeta Îranê Pêşî Ji Alîkariyên Xelkê Vî Bajarî Bo Ziyan Pêgihiştiyên Wanê Digirin

12:41 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Çend rojan beriya niha Enîstîtûya Ehmedê Xanî li bajarê Urmiyê û komek xêrxazên vî bajarî 500 petû bo ziyan pêgihiştiyên erdheja bajarê Wanê kom kiribûn, lê berpirsên vî bajarî rêgir in li hebmer şandian wan alîkariyan.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Urmiyê, serbarê ewê ku berpirsên Enîstîtûya Ehmedê Xanê û xêrxwazan xastine ji rêya yasayî ve wan petûyan ji bo Wanê bişînin, lê berpirsên pêwendîdar her carê bi hêcetekê pêşî ji wan girtine.

Îdareya Standard ragihandiye bi sedema baca hinardeya qedexe, hikûmeta Tirkiyê rê nade ew alîkarî bigîjin destê xelkê.
Nûçegihanê me bi piştgirêdan bi çavkaniyek haydar ji vê pirsê ragihand ku Saziya Hevya Sor ya Urmiyê û îdareyên din ên hikûmetî ên vî bajarî bi berdewamî bi hêceta hevkarîkirin bo xelkê Wanê, serdana bjarê wan dikin û vedigerin û tu tişt ji dest wan nahê. Ji aliyek din ve jî pêşî ji gihandina alîkariyan bo ziyan pêgihştiyên wanê dikin.