Berpirsekî Dewletê : Rojane 2 kes dibin gurbaniyên mayînan

13:54 - 19 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Mayîn û teqemeniyên bi cî mayî di deverên sînorî ên rojhelatê Kurdistanê de, jiyana hezaran welatiyên Kurd dixe tehlûkeyê de.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piraniya gundên Rojhelatê Kurdistanê ên hevtxûb li gel başûrê Kurdistanê, bin xetereya micib a mayînên çandî ên bicî mayî li şerê 8 sale ê Îran û Îraqê de ne.

Sînorê erdê Rojhelatê Kurdistanê di parêzgehên Îlam, Azerbaycana rojava (Urmiye), Kurdistan(Sine) û Kirmanşanê, bi panahiya zêdeyî 100 kîlometrî de ye.

Midûrê sitada birêveber ê kirîza parêzgehiya Kirmanşanê, çend roj pêş ragihadibû : “Heya niha me bi awayekî rêkûpêk dever ji mayînan paqij kirîye”.

\"23220.jpg\"
Adil Şefîî: salane jî zêdeyî 800 kesî li cihên gemaro kirî bi mayînan li welatê Îranê de jiyana xwe ji det didin yan jî birîndar dibin
Hûsên Babacanî, ku ev axaxftine di destpêka gera hînkirina û perwerdeya xetera mayînên bi cî mayî ên şerê 8 sale behs dikir, destnîşan kir:“hindik mayîn ku bi sedema bûyrên xwezayî cîbicî bûne, peda kirina wan bi dijwarî û zehmetan re rûbirû dibe”.

Di wê kargehê de nûnerên perzgehên Kirmanşan, Azerbaycana rojava (Urmiye), Kurdistan (Sine), Îlam û Xûzistanê, hebûn.

Her wiha di civînê de hat gotin ku rojane 2 kes û salane jî zêdeyî 800 kesî li cihên gemaro kirî bi mayînan li welatê Îranê(Kurdistan, Xûzistan û Xurasana Rezewî) de jiyana xwe ji det didin yan jî birîndar dibin.

Serokê civaka “Heyva Sor” a parêzgeha Kirmanşan, qala vê hindê kir ku yek hezar û 100 hiktar zevyên gemar kirî bi mayînan, di 5 parêzgehên Rojavayên Îranê de hene û got:”Em hêvîne daku heya 1 an 2 salên din tevahiya wan mînan bên tine kirin.”

Gotinên serokê civaka Heyva Sor, Adil Şefîî, di demekê de ne ku sala borî cejnek bo xawin kirina Kirmanşanê ji mayînan birê ve çû lê heta niha jî ev soz cîbicî nebûye, jiberku teqîna mayenekî li hefteya borî disan di wê deverê de, birîmdar kirina 2 cotkaran di bajarê sînorî ê Somarê, bi pey xwe hişt.

Gorî serhejmarên nîv fermî, tenê Devleta berê a Îraqê nêzî 16 milyon mayîn, di 42 hezar kîlometir panahiya erdê tixûbî ên Rojhalatê Kurdistanê û Xûzistanê de, çandin e.