Berpirsê Şêraya gundê Gelên ser bi bajarê Sinê madên hişber bilav dike

16:25 - 22 Nîsan 2012
Kurdpa: çavkaniyên herêmî ên cihê bawerê eşkere kirin ku berpirsê Şoraya gundê Gelên bi alîkariya çend kesan mijûlî bilavkirina madên hişber in.

Eva çend sal eku li vê herêmê de wek herêmên din ên Kurdistanê bi awayek berfireh madên hişber tên bilavkirin û ciwanên Kurd jî dikevne dava bidestxistin û kêşana van madên hişber.

“Ş.X” yek ji wan şahidan e ku li têkilyek telefonî de ragehand ku “kirêgirtiyên rejîma Îranê ji riya Şorayê Gund, dêhyar û çend kesên din ve mijûlî kirîn û firotina madên hişber in, û li nav ciwanên wî gundî de bilav dikin. Herweha li moxabirata gund de pêwendiyên telefonî berdewam têne kontrolkirin û ew kesane li moxabiratê de karê sîxoriyê bo rejîmê dikin”.