Berpirsê kanala “Urmiye Deng”ê bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate veguhastin

21:11 - 27 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsê kanala nûçeyan a “Urmiye Deng” bo derbazkirina heyama hukmê xwe, bo girtgeha Urmiyê hate veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye “Kurdpa”yê, roja Yekşemiyê 2`ê Befranbarê, Selahedîn Rencber berpirsê kanala “Urmiye Deng” paş pejirandina hukmê wî di çiqa yek ya dadgeha pêdeçûnê a bajarê Urmiyê, bo beşa cîbicîkirina hukmê wî di Dadgeha Inqilab ya Urmiyê hatiye şandin, û piştre bo derbazkirina heyama hukmê xwe hate destbiserkirin û bo benda 13 ya benda “cewanan” a girtîgeha Urmiyê hate veguhastin.

Berpirsê kanala “Urmiye Deng” di meha Gelawêja îsal de bi tohmeta piropagendeya li dijî nizamê û belavkirina nûçeyên tawanbarane (mucrimane) ji aliyê Dadgeha Inqilab ya bajarê Urmiyê ve bi salek girtina “te`izîrî” hate mehkûmkirin, û ew hukm di rojên borî de di Dadgeha Pêdeçûnê de dîsan bi vî rengî hate pesendkirin.

22`ê Xezelwera îsal jî berpirsê kanala nûçeyan ya “Urmiye Deng” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû destbiserkirin û ew kanal jî hatibû daxistin.

Roja Sêşemiyê 4`ê Sermaweza 1396`an Selahedîn Rencber bi danîna barimteyê (wesîqeyê) heya dema pesendkirina yekcarî ya hukmê xwe ji aliyê dadgehê ve bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Kanala “Urmiye Deng” ku yek ji kanalên xwedîberdeng bû, nûçeyên siyasî, çandî, û civakî ên vî bajarî belav dikirin û ji aliyê Wezareta Çandê ve îzin pê hatibû dayîn.