Berpirsê Giştî yê Navenda Hînkar’ ya “Beyan”ê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate gazîkirin

17:27 - 21 Îlon 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, “Am’r Piyade”, çalakvanê medenî û Berpirsê Giştî yê Navenda Ferhengî ya Hînkariya zimanê Kurdî ya bi navê “Beyan”, pênc car bo Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Bokanê hatiye gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî ji rêya pêwendiya telefonî ve ew çalakvanê medenî gazî kirine û her car bo heyama 3 demjimêran lêkolîn digel hatiye kirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Gazîkirina wî çalakvanê medenî, pêwendî bi çalakiyên medenî û ferhengî û mezinbûna navenda ferhengî û hînkariya Beyanê ve heye.

Di niha de hînkariya Beyan ji mezintirîn û berfirehtirîn navenda ferhengiya ne ku li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwedî binke ye û di warê hînkariya rênûs û rêzmana zimanê Kurdî de, bi awayekî xwebexş çalakî dike.