Berpirsê “Dezgeha Emniyet” a Partiya Demokrat, axavitinên Fermanderê “Hewa Feza” ya Spaha Pasdaran red kir

15:16 - 28 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsê “Dezgeha Emniyet” a PDKÎ axavtinên Fermanderê Spaha Pasdaran yên derheq zêdebûna hûrbîniyê, derheq cihê ketina mûşekan yên di binke û baregehên PDKÎ de red kir.

“Mihemed Sahibî”, “berpirsê “Dezigeha Emniyet” a PDKÎ, di gotûbêja digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê hûrbîniya zêde ya mûşekên ku hatine avêtin yên bo ser binke û baregehên PDKÎ de red kir, û ragehand jî : “Rejîma Îranê di êrîşa mûşekbarana binke û baregehên PDKÎ de ji mûşekên noqtelêdanê mifah wergirtiye, ku ji zêdeyî %50 ji îmkanatên wan ji welatên din ji Îranê re hatine dan, lê cihê ketina mûşekan hûrbîniya mûşekan nîşan dide”.

Wî got ku: “Cihê ketina mûşekan yên di binkeyên PDKÎ de, vê yekê nîşand dide ku hûrbîniya mûşekan zêdeyî 1 kîlometrî şaş bûye.

Berpirsê”Dezgeha Emniyet”a PDKÎ axavitnên, Fermanderê “Hewa Feza” yê Spaha Pasdaranê bo afirandina , şerê deronî stratîjî li dijî xebata neteweya Kurd di Kurdistana Îranê de da xuyakirin, û zêde jî kir ku: “Rejîma Îranê ji şerê deronî wekî strajiyekê li dijî xebata neteweya Kurd mifahê werdigire.

Hacîzade, fermanderê “Hewa Feza” yê Spaha Pasdaranê di berdewamiya gotûbêja digel kanala 1 a girêdayî hikûmeta Îranê de pêdagîrî jî kir ku, wan ji mûşekên nûqtelêdan bi qasî hûrbîniyê di vê mûşekbaran binke û baregehên Partyia Demokrat de mifah wergirtine, lê berpirsê “Dezgeha Emniyet” ev axatinên fermanderê “Hewa Feza” yê Spaha Pasdaranê red kir û got ku: “Beşek ji wan mûşekan nûqtelêdan bûne û mûşekên ku hatine avêtin yên bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat zêdeyî %60 şaş bûne û heya 1 kîlometrî dûr li aramancên xwe ketine, Fermanderê “Hewa Feza” yê Spaha Pasdaranê di gotûbêja xwe de, wisa axavtiye ku evan li ser daxwaza rêberê komara Îslamî a Îranê hûrbîniya wan mûşekan zêde kirine.

Mihemed Sahibî, berpirsê “Dezgeha Emniyet” a Partiya Demokrat axavtinên, Fermandrê “Hewa Feza” yê Spaha Pasdaranê tebilîx daye xuyakirin, û got ku: “Axavtinên Fermanderê “Hewa Feza” yê Spaha pasdaranê, tebilîx li dijî partiyên opozisyon yên rejîma Îran û peyamek bo welatên deverê û welatên rojavayî bû”.

Roja Duşemî 17`ê Xermananê, binke û baregehên Partiya Demokrat yên li kêlega bajarê Koyê, di kurahiya axa Herêma Kurdistanê de, ji aliyê Spaha Pasdaran hatine mûşekbarankirin û di vê mûşekbaranê de 16 kadr û pêşmergeyên Partiya Demokrat canê xwe ji dest dan û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî vê êrîşa Spaha pasdaran, roja Çarşemî 21`ê Xermananê xelkê Kurdistanê li ser bangeşeya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, ji bo nîşanda nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina girtiyên saiyasî yên Kurd û mûşekbaran binke û baregehên Partiya Demokrat girev girtin.