BERPIRSAN FISTÎVALA JIYAR PAŞ XISTIN

16:21 - 16 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: 8’emîn Fistîvala Jiyara Sine hate paşxistin.

Malpera Civata Sînemayîya Gencên Îranê “Nivîsîngeha Sine” belav kir, 8’emîn Fistîvala Herêmiya Fîlm û Wêneyên Jiyar a Sine ku biryar bû li rojên 9 heya 11’ê Îlonê bê li darxistin, hate paşxistin.

Wê çavkaniyê êmaje bi viya kir ku bi sedema dest têverdana Idareya Ferheng ev Fistîval bo heyva Çiriya Pêşîn kete paş.

Di wê Fistîvalê de biryar bû ku berhemên Sînemakarên Parêzgehê û Genc û Xwendekar û Hogirên hunerê li Parêzgehê dê ava bibe.