Bermûr (94-21): Rapora heftiyane ya Ajansa Kurdpa derheq bi pirsa jinan

14:09 - 30 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Rapora vê heftiyê ya Bermûr 2 mînakên binpêkirina mafên jinan di Kurdistanê de bi xwe ve digre, ku pêk tên ji destbiserkirina keçeke xwendekar ya Kurd li Tehranê, û jineke bajarê Seqizê ku bi sedema şaşiyeke pizişkî canê xwe ji dest dan, û 2 mînakên binpêkirinên din jî pêk tên ji destbiserkirina du keçên xwendekar li cihên din di Îranê de.

Hefteya yekem a Rezbera sala 1394 (23-29’ê Îlona 2015) ’an

Kurdistan

Destbiserkirina keçeke xwendekar

\"28712.jpg\"
Mêhreban Kişawerz,، xwendekarê zankoya Elame Tebatebayî ya Tehranê
Hêzên Ewlehiyê ên bajarê Tehranê, piştî vê ku êrîşê dikine ser malên xwendekaran, çend xwendekaran destbiser dikin, û dişînin girtîgehê.

Li gor wan nûçeyan ku hatine bilavkirin, roja Çarşem 18.09.2015 (27.06.1394)’an keçeke xwendekar bi navê Mêhreban Kişawerz, xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Ewlehiyê ên hikûmeta Îranê ve di mala xwe de hate destbiserkirin.

Navbirî xwendekarê zankoya Elame Tebatebayî ya Tehranê bû.
Mêhreban Kişawerz piştî çend rojan ragirtin di girtîgeha Êvînê de, bi danîna wesîqeyê hate azadkirin.

Destbiserkirina du keçên xwendekar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Tehranê ve

\"28713.jpg\"
Piştî êrîşkirina li ser malên xwendekaran li bajarê Tehranê, çend xwendekar bi sedemên nerohn hatin destbiserkirin, û bo girtîgeha Êvînê hatin şandin.

Li gor wan nûçeyên ku hatin bilavkirin, heftiya derbazbûyî du keçên xwendekar bi navên Kiyana Kerîmpûr û Xezal Moqedem ku xwendekarên zanîngeha “Xwacê Nesîrî” ya bajarê Tehranê bûn, malên wan dikevin ber êrîşa hêzên ewlehiya vî bajarî, û piştî vekolîna malên wan, wan destbiser û dişînin bo girtîgeha Êvîn. Çavkaniyên nûçeyan bas ji vê dikin ku her di vê demê de keresteyên wan du xwendekaran dest bi ser de digrin.

Piştî heyama 7 roj ji destbiserkirina wan du keçên xwendekar bi danîna wesîqeyê (barimteyê) bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê serbest têne berdan.

Amadekar: Şaho

Çavkanî:
Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa
Malpera Hîrana