Bermûr (40) raporta heftana ajansa Kurdpa ser pirsgirêkên jinan

20:08 - 14 Kanûna Paşîn 2015
Heftiya 3a heyva Befranbara sala 1393a rojî

Ajansa Kurdpa: raporta vê heftiyê, 4 rewşên berpê kirina mafên jinan li Kurdiatan ku, tê pê ji girtina 3 keşên xwendekarên Kurd li şarê Tehran û hewla kuştina keçik ciwan li Sinê û 1 rewşa berpê kirina mafê jinan ku tê pê ji bang kirina Atêna Ferqdanî bi dadgehê li ciyên dine Îranê.

Kurdistan

Girtina 3 keçe xwendekarên Kurd li Tehran

Li midê hefiya borî de, 3 keçên xwendekarên Kurd li şarê Tehran de, ji aliyê hêzên wizareta ewlehiyê de hatine girtin.

\"24104.jpg\"
Gorekî wan raportên ku hatine weşandinê; li roja Pêncşema 11ê Befranbar de, 3 keçe xwendekarên Kurd bi navên Şîlan û Kewser Rehmanî pûr ji xelkê Bokan û Çinûr Ebbasî ji xelkê Sinê, ji aliyê hêzên ser bi wizareta ewlwhiyê de, hatibûn girtin û bi ciyik nekivş, hatibûn raguhastin.

Hegera girtina wan 3 keçên xwendekar wedigere ser nivîsîna nameyik bo Elî Xamineyî, rêberê hukûmeta islamiya Îranê û protesto kirina rewşa xiraba girtiyên siyasiyên jine Kurdan li girtîgehên Îranê de, hatibû nivîsandin.

Bi gotina kesik nêzî malbata yekik ji wan keçe xwendekaran ku ev xwendekar beyî hebûna derfetnama yasayî, ji nawa mala van bi xwede, hatibûn girtinê.

Heya weşana vê raportê, çi zaînik ser sernivîsa van 3 keçe Kurdan û her wa, cê ragirtina van de, çinine.

Hewla kuştina keçik 19 salî li Sinê

Li midê heftiya borî de, keçik 19 salî li şarê Sinê, bi rewşik hovane, ji aliyê birayê xwede, hate serjê kirin.

\"24103.jpg\"
Gorekî nûçê ku hatine weşîn, roja Înî, 2ê January 2015, 12ê Befranbar de, keçik 19 salî bi navê Sirve, keça Îbrahîm, ji xelkê yekik ji gundên dewera Dêwlana parêzgeha Kurdistane, ji aliyê birayê xwede, hatibû serjê kirinê.

Raport, bas ji hindê dikin ku, ev keça 19 salî, bi hegera pirsgirêk û her wisa bandor xistina mêrê vê, mala xwe bi cî hiştibû û li roja Înî de, bi destê birayê xwe hatibû serjê kirinê.

Heya dema berhev kirina vê raportê, Sirve li pişka ( ICU )a nexweşxana Bêiseta şarê Sinê de, li bin çavdêriya duxtoran de maye.
Duxtorên vê, ragihandine; rengeya mirina vê keçê heye.

Îran

Atêna Ferqdanî, ser li nû, bangi dadgehê kirin

Atêna Ferqdanî, xebatkara mafê zarokan, li midê çend rojên borî de, bo cara 2ê,bi dadgehê hate bang kirin.

\"24105.jpg\"
Atêna Ferqdanî, ser li nû, bangi dadgehê kirin
Gorekî nûçên ku hatine weşandinê, Atêna Ferqdanî, neqqaş(Ressam) û xebatkarê mafê zarokan ku li roja Yekşem, 30 December 2014, 9ê Befranbar de, bi dadgehê hatibû bang kirin, carik din bo roja Şemî, 10 January 2015, 20 Befranbar, hatiye bang kirinê.

Ferqdanî li ser rupe;a xweya ser Face Bookê de nivîsiye: Ez Atêna Ferqdanî, ji dayîk bûyê sala 1365a rojî, bi jimare nasnama 34828, saet 8:30 sibê zû, roja 20ê Befranbar( 10 January 2015), li şaxa 15a dadgeha inqilab, li xiyawana Moellim de, bi serokatiya dadwer Selewatî, amadeyê runiştinê bibim.

Dizanim, roja Şemî, li dadgehik de ku bê idaletî têde bêdadiyan dike, hazir bibim û hember dadwerik ku bi salane terazûya wî serast nine, gere tawana bergirî kirin ji gelê xoştewiyê xwe bidim.

Navbirî, pêşde jî, bi hegera berhemên xwe û her wisa serdana malbatên xweboroyên sala 1388 de, hatibû girtin û midê 2 heyvan li benda Elifa sipaha pasdaran de hatibu ragirtin.

Serekanî :
Ajansa nûçe gihaniya Kurdpa (5 rewş)