Berhemên Şikspîr bi Zimanê Kurdî li Amedê tên bilav kirin

14:22 - 7 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wergêrana Nimayêşnameya bi nav û deng a“hamelt” a Şêkspîr bi zimanê Kurdî tewî pêşwaziya xelkê rû bi rû bû.

Li gori nûçeya malpera “yeniozgurpolitika” weşanxaneya” Lis” a bajarê Amedê dest bi çap û bilav kirina hin ji berhemên nivîskar û Şanonivîsên mezin yê cîhanê kiriye û divê pêxemê de nimayêşnameya “hamelt” bi zîmanê Kurdî hat wergêrandin.

Kawa Nemir wergêrê berhema han bilav kir ku nav hatî li halê wergêrandina hemû berhemên Şikspîr bi zîmanê Kurdî ye û di meha pêş de berhemên din ê Şikspî bi navên “ Xeyalên nive Şeva Havînê”, “Mikbes”Atllu û Rumlo û Joliyêt jî dê bihên çap û bilav kirin.

\"11019.jpg\"
Kawa Nemir di sala 1975’an li bajarê Îxdir a Kurdistan Turkiyê hatiye dinê û heya niha 25 pirtûk bi zimanê Kurdî bilav kirine û her wisa 5000 helbest li helbestvanên navdar ên Emrikî û Engilisî û Îrlendî bi zimanê Kurdî wergerandine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan berî niha romana 10’bergî a nivîskarê bi nav û deng ê Îranî” Mehmud Dulet Abadî” ji aliyê wergêrek Kurd ji zimanê Farisî bo ser zimanê Kurdî hat wergêrandin.

Romana Kilîdêr ji aliyê “Siyaweş Şasiwarî” bo ser zimanê Kurdî hatiye wergêrandin û ji aliyê dezgeha çap û bilav kirina “Serdem”li herêma Kurdistanê hatiye çap û bilav kirin.