Berhemek Nû a Kelîmulahê Tewehudî çap û bilav bû

16:52 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Pirtûka Nû a Kelîmulahê Tewehudînivîskarê naskirî yê Kurdê Xorasanê ji aliyê dezgeha çap û bilav kirina “Nima”li zanîngeha Meşhedê hat çap û bilav kirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, Pirtûka” Kilîder û Belge û Rastiyên vê” berhema nû a Mamosta Kelîmulahê Tewehudînivîskarê Kurdê Xorasanê, piştî çend salan kar û xebata berdewam, di 388 lapereyan de hat çap û bilav kirin.

nivîskar div ê pirtûkê de buyerên di nava Romana binav û deng a “Kilîder” ku bi awayek şiroveyî hatiye nivîsandin bi belge piştrast dike û çîroka Kurdên xorasanê a di nava pirtûkê de gengeşe dike.

\"12035.jpg\"
di meha Şibata sala 2012’an pirtûka 10’bergî a “Kilîder” ku şahkarek binav û deng a nivîskarê Faris Mehmûd Dewletabadî ye, ji aliyê wergêrê naskirî yê Kurd “Sîyaweş Şehsewarî” bi Kurdî hat wergerandin.

Kelîmullah Tewehudî kurê Şêx Esedullah li sala 1320 a rojî li gundê Uxaz a Xorasanê ji dayîk bûye û heya niha çendîn pirtûk çap û bilav kirine wek: Koça Dîrokî a Kurdan bo Xorasanê di 8 bergan de, Dîwana Ceferqulî, Êsferayên ji duhû û heta Îro, Sitranên Kurmancî bi wergêrandina Farsî,Darê Çil Destan û Nadirê Xwediyê Quranê çap û bilav kirin.