Berhema Sêyan a helbestvan û nivîskarek Kurd hat bilavkirin

13:15 - 19 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Pirtûka helbesta “Kiçe Giyan”(Kiçê Canê)berhema Simaîl Ezîmî, helbestvan û nivîskarê xelkê bajarê Dîwanderê bi tîraja 1000 dane hat çap û bilavkirin.

Simaîl Ezîmî di hevpêvînek telefonî de tewî nûçegihaniya kurdpa ragehand: Pirtûka han Sê helbestên dirêj li qalibê helbestên nû de li xwe girtine û bas ji evîndariya Kur û Keçan dike.

Helbestvanê Kurd basê vê yekê jî kir ku di pişkek din a vê kitêbê de Jiyan tejî ji zehemt a jinan li dirêjahiya dîrokê de bas kiriye.

Navbirî eşkere kir, li niha de serbarî vê yekê ku du pirtûkên vî ên helbest û çîrokên zarokan amadene jibo cape, ev mijûlî lêkolînekêye li ser helbestvanên vê herêmê û lêkolînek kur li ser boyerek evîndarî a vê herêmê bi nave “Ezîz û Kubra Terajêdiya Serdem” dike.

Simaîl Ezîmî li sala 1352’an li bajarê Dîwanderê ji dayîk bûye û birvanameya karnasiya civakî wergirtiye û niha li qutabxaneyên vê herêmê dersê dibêje û heya niha 3 berhemên xwe ên bi navê“Ferhengî tazeyî hewrekan”, Çirkanekanî ewareyekî namo” û “Kiçe Giyan”çap û bilav kirine.