Berevajî xwasteka kedkaran, heqdestê wan bo sala nû hate diyarîkirin

18:25 - 10 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Di demekî de ku hêla hejariyê bo malbatek 4 kesî di Îranê de 2 milyon û 700 hizar Tûmen hatiye diyarîkirin, “Şêvra Bilind ya Kar” ragehand ku, aliyê kêm heqdestê kedkarekî di heyvekî de bo sala dahatî, 811 hizar Tûmen hate diyarîkirin.

Berwarê 9’ê Adara sala 2016’an endamên “Şêvra Bilind ya Kar” di Îranê de bi serokatiya “Elî Rebî’î” yê Wezîrê Kar û Xweşbijîwiyê yê Komara Îslamî, ku pêk tên ji nûnerê Dewletê, xwedîkar û parek ji rêkxistinên kedkaran, heqdestê herî kêm bo kedkaran di sala nû de hate diyarîkirin.

Diyarîkirina heqdesê weha kêm piştî çend heyvan gengeşe û zext û givaşa rêkxistinên kedkaran tê derheq bi kêmbpûna heqdestên wan. Herweke Ferîborz Reyîsdana yê aborînas dibêje, dewletê û xwedîkaran li dijî kedkaran destên hevdû girtine û careke din kêmasî û arîşeyên heqdestê kedkaran kirin goriyê satûsewdayên xwe.

Navbirî di cîvina “Kedkar û Heqdestê” de ku li zanîngeha Tehranê de hate lidarxistin, bas ji pasawa xwedîkaran kir û ragehand ku, xwedîkar dibêjin hekî em heqdestan zêde bikin, rêjeya enfolansyonê wê zêde bibe, lewra ez dibêjim ku eva dûr e ji rastiyê û di zanista aborî de tiştek weha nehatiye pênasekirin.

Ferîborz Reyîsîdana herweha tekez kir ku, gerek di Îranê de heqdest bi aliyê kêm ve 1 milyon û 280 hizar dinar be da ku xeleik nekeve bin tehlûkeya “Mirin”ê, jiber ku nêwinciya têçûya her malbatek akinciyê bajaran di Îranê de û di sala 1395’an de, 2 milyon û 590 hizar Tûmen e.