Berdewamiya pirsgirêkan dîsa mamoste neçar bi grevê kirin

20:07 - 8 Nîsan 2015
Ajanas Kurdpa: Mamostayên seranserê Îranê ku cara çendmîn e xwestekên wan bi sozên bê bingeh ji aliyê karbidest û berpirsan ve tên red kirin, biryar dan careke din greva nerazî bûnê bidin meşand in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mamostayên sertaserê Îranê hember rewşa nebaş a perwerdeyî û sozên bê bingeh ên dewleta Rûhanî li ser çareserkirina pirsgirêkan, biryar dan careke din bê tu aliyên siyasî û bi avayekî xweser greva nerazîbîna ya bêdeng hember parlamentoya wî welatî lidarbixin.

Ew grev li çarçoveya meşeke bêdeng, bi armanca bi cî anîna xwestekên mamostayan, dê roja pêncşemî 16 Nîsanê birêve here.

Birêvebrên wê xwepêşandanê di daxuyaniyekî de ragihandin ku ew rê nadin tu aliyên siyasî mudaxeleya meşê bikin û mamoste dê bi tena serê xwe daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

Sendîkaya mamostayan ji hemû mulim û wezîfedarên perwerdeyê daxwaz kirin e ku bi amadekirina pilakartên reş ên nivîsên pirsên mamosteyan li ser, li xwepêşandanê beşdarî bikin.

Her li ser pirsgirêkên mamosteyan,mulimên Urmiye û Sineya rojhilatê Kurdistanê, bi nivîsîna nameyên cihê ji hev, daxwaza cî bi cî kirina maf û çareser kirina xwestekên rewa yên xwe kirin.

Pêştir (1`ê Sibata 2015`an) jî, mamostayan bi daxwaza saziya Sendîkaya Mamostayan, li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê, bi pilankartan hember îdareyên Perwerde û Hînkirnê, xwepêşandan bi boneya rewşa xirab a madî û dijwar bûna debara jiyanê lidar xistibûn.

Gor amaran, nêzî 1 milyon mamosta li Îranê karê perwrde ya zêdeyî 14 milyon xwenedakar bi stû girtin e.