Berdewamiya lêdana destfiroşan ji aliyê wezîfedarên şaredariyê ve

21:26 - 7 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Yek ji destfiroşên bajarê Urmiyê di dema firotina tiştên xwe de, li ser yek ji şeqamên vî bajarî ji aliyê wezîfedarên şaredariyê ve kete er lêdan û kutanê, û bi giranî birîndar bû.

Roja Pêncşemiya hefteya borî li ser şeqama Îmam ya bajarê Urmiyê destfiroşekî bitemen bi navê Se`îd Qehremanî ji aliyê wezîfedaran ve kete ber lêdanê.

Navbirî bi batoman kut û lêdan xwariye, û devûçavên wî bi tewahî birîndar bûne.

Malbata vî destfiroşî tevî piştrastkirina vê nûçeyê ragehandine ku wezîfedarên şaredariyê bi batoman li wî xistine.

Wezîfedarên şaredariya bajarê Urmiyê piştî îşkenceya vî destfiroşê bitemen îdiaya vê yekê kirine, ku navbirî bixwe li xwe xistiye.