Berdewamiya aloziyan di Mehabadê de/ Banka Sadirat li wî bajarî de hat şelandin

16:34 - 19 Gulan 2015
Ajnasa Kurdpa: Çiqa banka “Sadirat” ya li qada “Terebar”a bajarê Mehabadê ji aliyê çekdarên nenas ve hat şelandin.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şelandina banka han demjimêr 15:30 deqîqeyên piştînîvroya roja duşemî, 18ê Gulanê, çê bûye û I gorî şahidhalan du çekdarên nenas bi vî karî rabûne û bi tirombêla “Pêjo Pars” ji cihê bûyerê dûr ketine.

Wê jêderê ji zarê şahidhalan ve nivîsandiye: Du çekdaran ji Banka Sadirat a bajarê Mehabdê dizî kirine û bi tirombêlek corê “Pêjo” jî li cihê bûyerê dûr ketine.

Banka han li 200 metroyî a hotel Tara ya Mehabadê de hilketiye, ku çend rojan berî niha ji ber mirina biguman ya karmenda kurd ya bi navê Ferînaz Xusrewanî ve hat şevitandin.

Çend hevwelatiyan ji Mehabadê ve bi nûçegihaniya Kurdpa ragihandin: kiryarên han ji aliyê dardestên rejîma Îranê ve tên encamdayîn û şevitandina hotel Tara jî bi tu awayî ji aliyê neraziyan ve nebûye.

Çend şahidhalan bi ajansa Kurdpa re dan zanîn ku çekdarên serçav peçavtî piştî derketina ji bank, bombeyek li ber deriyê bank danîbûn ku ji aliyê polis ve hatibû pûç kirin.

Gorî nûçegihanê Kurdpa, hêzek zaf ya hêzên kincşexsî û polîsan I ber deriyê wî bankî de cihgîr bûne.