Berdewamiya agirberdana daristan û seyrangehên derdora Zirêbarê

16:16 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Seyrangehên zirêbar û derdora bajarê Merîwanê ji aliyê kesên nenas hatin şewitandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja bihûrî Seyrangehên derdora zirêbarê û nêzîk bajarê Merîwanê ji aliyê kesên nenas hatine şewitandin û pitir ji 10 hekitar ji daristan û zozanên herêmê linavçûne.

Bi gotina şahidan heya niha agirê han bo zozan û daristanên gundên “Darsêran” û “Çavig” gihîştiye û heya dema bilavbûna vê nûçeyê agir nehatiye kontrol kirin.

pitir ji 50 kes ji rûniştiyên wî gundî û endamên encûmena Sewiz ya Çiya hewil dan ku agirê han kontorol bikin. Hêzên dewleta Îranê û aliyên pêywendîdar çi xebatek jibo kontrola agir encam nedane.

Li gor amara encumena Sewiz ya Çiya û çalakên jînge parêz li destpêka îsal heya niha li 2 bajarên Merîwan û Sevlawa 80 cûrên agir kevtinê hatine tomar kirin.