Berdewamiya agir berdana daristanên herêma Merîwanê

13:38 - 27 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa:Parek dinê ji daristanên herêma Merîwanê û gundên derdurê ji aliyê kesên nenas hateine şevitandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşem berwar 25’ê Hezîranê parek berçav ji daristan û zozanên “Terxanawa”li derdura Merîwanê li agir de şevitîn û piştî çend demjimêran ew agire ji aliyê endamên navenda Sewzî Çiya hate kontrol kirin.

Li gor gotina welatiyên herêmê,niha li daristanên “Dolebî” li pişt gundê “Serdoş” agir kevtiyê û egera vê yekê heye ew agire bo herêmên din yên Merîwanê û gundên derdurê teşene bike.

Her wisa roja bihûrî hejimarek berçav ji daristanên gundê “Tazawa”ya ser bi bajarê “Sewlava”dinava agir de şevitîn.

Welatiyên herêmê berdewam ragehandine ku agir berdana daristanan ji aliyê kesên ser bi dewleta Îranê tê encam dan û dewlet dixwaze xweza û siruşta Kurdistanê têk bide.

Ji aliyek din û li gor amara encumena “Çiyayê Kesik”li destpêka îsal heya niha 26 haletên agir berdanê li Merîwan û Sewlava hatine tomar kirin.