Bêparkirina du hepsiyên siyasî yên Kurd ji wergirtina mirexesiyê

19:27 - 30 Gulan 2020

Du hepsiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha bajarê Erdebîlê  de yên bi navên “Hesen Cûcegelwanî” kurê “Ehmed” û “Wahid Bêhbehanî”, ji heyama hepsîkirina wan heya niha, ji vergirtina murexesiyê bêpar in.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, berpirsên girtîgeha bajarê Erdebîlê bi awayekî berdewam daxwaziya murexesiya ew du hepsiyên siyasî yên Kurd red dikin.

Ew du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê, reketa 14`ê Banemera sala 1397`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo heyama du meh di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê di bin lêkolînê de bûn.

“Hesen Cûcegelwanî” û “Wahid Bêhbehanî”piştî dawîhatina heyama lêkolîna wan, roja 10`ê Gelawêj a sala 1397`an, ji taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokatiya dadwer “Şêyxlû” hatin dadgahîkirin û di cezayekê de, “Hesen Cûcegelwanî” bi tohmeta “endamê digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa te`izîrî û “Wahid Bêhbehanî” her bi wê tohmetê bi 6 sal hepsa te`izîrî û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Erdebîlê hate cezadan.

Ew du hepsiyên siyasî bi wê cezayê nerizayetiya xwe nîşan dan û dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê daxwaziya pêdaçûna wan du hepsiyane red kiribû û dîsan heman ceza hate piştrastkirin.