BENDAVA “DARYAN”Ê 44 JI SEDÎ REZÊN “HECÎC”Ê DIKAWILÎNE

14:11 - 3 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hat zanîn heku bedava Daryanê li Pawe a Kurdistana Îranê li hev bê, wê 44 ji Sedî rezên gundê Hecîcê Kawil bibin.

Malpera Mîrata Çandî belav kiriye, gundê Hecîc seva wê çendê ketiye metirsiyê.

Ewa di demekî de ye ku berpirsê Mîrata Çandî a Kirmaşanê daxuyandibû, her çend ku rezên wî gundî dê xira bibin, lê dîroka gund li nav naçe.

welatiyên gundê Hecîc li encamên çêkirina wê bendavê ketine nîgeraniyê.