Bendava Çiraweys dîsan kêşe li ser çêbû

21:19 - 7 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Beşek ji xelkê derdora bendava Çiraweys a Seqizê di hemberî diyarîkirina nirxa cubrankirina (qerebûkirina) zewiyan de bertek nîşan dan.

Li gora nûçeya gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, rûniştiyên gundê “Belecer” ser bi herêma Geirka Seqizê di hemberî diyarîkirina nirxa cubrankirina zewî û zarên xwe ji aliyê karnasekî ser bi dezgeha avê ya vê şaristanê ve, nerazîbûna xwe nîşan dane, û ragehandine ku amade nînin, gundên xwe vala bikin.

Di nameyekê de ku rûniştiyên vî gundî rû li Wezareta Enirjiyê belav kirine ku: Me pêştir di gel dezgeha avê ya Seqizê li hev kiriye, ku karnasekî bona nirxandina nirxa zewî û zarên xwe û karnasekî jî wekî “merzol terefêyn” diyarî bikin, û biryara van du kesan bikin pîvan derheq qerebûkirinê. Lê îdareya ku bas jê hate kirin jiver ku nirxa diyarîkirî ne bi dilê wan bûye, bi awayekî yekalî ew karnasê me ne bi dilê wan bû, û dixwazin bi diyarîkirina kesekî nêzîk li xwe, zewî û zarên vî xelkî bi nirxeke kêm ji wan bistînin, ku ew yek zulmeke eşkere ye ku derheq wan tê kirin.