Belûçistan: Binçavkirina 12 mamostayên Sunî meseb di destpêka îsal de

16:28 - 17 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di destpêka Îsal de, 12 mamostayên olî û dersî yên Sunî meseb, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji aliyê hêzên Ewlekariya hikûmetê ve hatine binçavkirin.

Li gorî nûçeyên ku giheştine ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di dema 8 mehan de, li destpêka îsal heyanî niha, 12 mamosta û dersxanên olî yên Sunî meseb, di Belûçistanê de hatine binçavkirin.

Ev binçavkiriyên çalakvanên Sunî meseb, beşek ji wan di dema binçavkirinê heya vê demê jî, tu pêwendiyek digel malbatên xwe tunebûne, herwiha tu zaniyaryek derbarê cihê ragirtina wan berdest nîne.

Tê gotin ku îmkana azadkirina du kes ji wan bo navendên Mewlewî Ebdulşekr naueî û Ehmed Rîgî) heye, lê belê tu aliyekî ew nûçeya piştrast nekiriye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, berpirsên hikûmetî yên wê parêzgehê, ji dana zanyariyan derberê binçavkirina wan mamostayên Sunî meseb çi negotine.