BELGEYEK DÎROKÎ JI PILANA TURKIYE BO QIRKIRINA KURDAN DERKETE HOLÊ

15:43 - 17 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Belgeyek Dîrokî ji Arşîva Rojnameya Cumhûriyetê ya Turkîye, derket holê ku Dewletê bi hevkarîya rojaname û çapemenîyên wê demê ên Turkîye bi çi awayekî hewl ji bo qirkirina Kurdan û pişt re dapoşîna wan jînosaydan didan.

Di wan belgeyên han de ku yek ji wan a roja 30’ê Adar`a sala 1925’an e û yek jî a roja 18’ê Nîsan`a heman salê ye, teqez hatîye kirin ku Kurd hemû terorîst in û divê werin qirkirin.

Di belgeya yekem de ku li roja 30’ê Adar`a sala 1925’ê de li Rojnameya Cumhûriyet de hatiye weşandin, bahsa ku Balafir ango Teyareyên Hukûmeta Turk li ser Kurdan dizivirin û hewla ji navbirina wan didin.
\"5721.jpg\"
Her wisa roja di 18’ê Adar`ê de wate piştî 18 rojan heman Rojname diweşîne ku me ev terorîstên han bi piranî ji hev belavkirine û me ew tert û tune kirine û êdî di Turkiye de terorîst nemane.

Rojnameya han wê heyamê bi rênivîsa Erebî ango Aramî dihate weşandin ji ber ku hingî hêj rênivîsa Latînî li Turkiye baş cihê xwe negirtibû.

Ewa di demekê de ye ku rejîma Turkîye her dem bahsa demokrasiyê dike û li gişt Cîhanê hewl dide bide xuyakirin ku ev kesên heya îro jî li Turkiye têne kuştin, bi piranî terorîst in.

Gelek belgeyên dîrokî hene ku qirkirina Kurdan bi destên rejîma Turkiye hatine kirin şopa wan tê kifşkirin.

Serhildana sala 1925’an a Şêx Seîd yek ji berxwedaniyên Kurdan li hember zordariyê bû ku xebatek Netewîya Kurd li dijî nejadperistan bû ku bi rêberiya Şêx Seîdê Paloyî demeşiya.