Seqiz; Binçavkirina bereday ya Seher Mehdî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û veguhestina wê bo ciheke nediyar

19:22 - 20 Nîsan 2026

Roja Pêncşemî, 27ê Xakelêweya 1405an a Rojî, welatiya Kurd a bi navê "Seher Mehdî" xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhestin bo ciheke nediyar.

Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê ev jina Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê di mala wê de binçav kirin e.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Ev welatiya Kurd piştî ku bi birayê xwe re têkilî danî, ku endamê yek ji partiyên opozîsyona Kurd a hikûmeta Îranê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî derheq tohmetên li dijî wê û cihê ragirtina Seher Mehdî tune ye.