Nexde; Mesûd Ebdulazade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin
Sibeha Yekşemê, 30ê Xakelêweya 1405an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Mesûd naskirî bi(Soran) Ebdulazade" xelkê gundê "Xelîfan" a ser bi bajarê Nexede ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî li mala wî de binçav kirin e.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê ji bo girtîgeha Nexedeyê hatiye veguhastin.
Mesûd Ebdulazade di serhildana şoreşgerî ya Jin,
jiyan, Azadî de jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Ebdulazade di sala 1365an a Rojî de ji dayik bûye, zewicî ye û du zarokên wî hene.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatine kirin tune ne.