BELAVOKEK LI ÎLAMÊ GOTARÊN KURDÎ NAWEŞÎNE

16:48 - 1 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Kovara Werznameya Çanda Îlamê ku çend salan beriya niha hin nivîskarên Îlamê, Izna wê wertgirt, babetên Kurdî naweşîne.

Pêka Ajansa Kurdpa, Werznameya Çanda Îlamê ku heyamekê beriya niha Izna weşanê a Çandî û Wêjeyî sitand, ji aliyê Idareya Ferheng ve Izna Belavkirina Babetên Kurdî daye, lê Babetên Kurdî çap nake.

Li gor çalakên Çandî, Izn nedana weşandina babetên Kurdî, bûye sedem ku ev kovar bibe belavokek Hukûmî û nivîskarê seva wê yekê jê bi perawêz bikevin.

Werznameya Çanda Îlamê ku cara Yekem li sala 2000’ê de bi sernivîseriya “Hebîbulla Bexşûde” hate weşandin, piştî çend salan weşanê, hate daxistin lê di sala 2009’an de car din hate weşandin û heya niha 17 hijmar jê hatine weşandin.