BELAVOKA “KOŞK” Û LÊKOLÎNVANEK ÎLAMÊ XELATA SALÊ WERGIRTIN

22:27 - 13 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Mala Çapemeniyên Îlamê xelata girîngîdan bi Ziman û Wêjeya Kurdî da rûjnamenivîs, Kamran Rehîmî ê Lêlolînvanê Îlamê.

Pêka Rapora Mala Çapemeniyên îlamê, Heyvnameya “Koşk”a Îlamê di Fistîvala Çapemeniyên Rojavayê Îranê de Pênc Xelat di warên baştirîn Gotar, Baştirîn Henek, Sergotar, Baştirîn Logo “a taybet bi roja Cihaniya Zarokan”, bo xwe tomarkirin.

Heyvnameya “Koşk” heya niha 6 hijmarên xwe weşandine û di wê heyama krt de kariye wan xelatan ji xwe re tomar bike.

Yekem Sergotar û Bîr’anîn jî bi navê “Ez Sêfr Şurû’ Kerden Dîr Nîst” wate li Sifrê re derketine holê direng niye, Ê Kamran Rehîmî bû.
\"5668.jpg\"
Kamran Rehîmî ji Dayîkbûyê sala 1973 Ê bajarê Îlamê ye.
Xwediyê Nameya Masteriya Zimanê Farsî li Zanîngeha Meşhedê û Mamustaye.

Endamê Civîna Zanîstên Zimanê Kurdî Ê Tehranê û Endamê Civata Lêkolerên Îlamê û Endamê Civata Zanistiya Ziman û Wêjeya Farsî ye.
Xwediyê Dehan Gotarên Lêkolînvanî di warê Ziman û Çanda Kurdî de bi Zimanên Kurdî û Farsî.

Hin ji berhemên wî ewna ne:
1- Rêzimana dapêştiya Zimanê Kurdî “Berawird, Dîrok, Rave”
2- Dîroka Wêjeya Kurdî a Îlamê bi alîkariya Zahir Sarayî
3- Rola Eşîreya di parastina Sînoran de li serdema Usmaniyan de heya sala 1988’an
4-Xisarnasiya Peyvsaziyê di Zimanê Kurdî de
5-Ferhenga Kurdiya Îlamê ku Zêdetir ji 20 Hizar Peyvan di xwe de cih daye