Bêjerek TV a Luristanê seva Kurdî Peyivînê hoşdarî wergirt

20:40 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Bêjerek TV a Herêmî a “Dêna”a Luristanê bi sedema Kurdî Peyivîn di Pirogramek Zindî de, hoşdarî wergirt.

Pêka Nûçeyê gihîştî bi Ajansa Kurdpa, Bêjerek TV a Herêmî a “Dêna”a Luristanê bi sedema viya ku çend rojan berî niha piştî Têkiliya Bînerek Îlamê bi Kelana Dêna re, bi Zimanê Kurdî a Kelhurî di Pirogramek Zindî de Peyivîbû, hoşdarî wergirt.

Yek ji nizîkên Muhemmediyê Bêjer ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye piştê wiya ku wî Bêjerî bi Kurdî Peyivî, bi rêya Nameyê, jê re gotine hekî car din wê karê bike, yê li xebata xwe were bê par kirin û Dosiyeyek Dadwerî dê jê re bê pêk’anîn.

Ewa di demekê de ye ku Berpirsê Navenda Deng û Rengê Dêna dabûxuyanê ku Zimanê Kurdî bi Lurî nizîk e û hekî bo wana çê be, ewna yê Pirogramên xwe li Îlam û Kirmaşanê jî bidin weşandin.