Behmen Qubadî li fêstivala fîlm li Norwêj ji jiyan û rewşa fîlm çêkirina xwe bas kir

21:08 - 11 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : Behmen Qubadî derhênerê kurd li 9imîn fêstivala naw netewiya fîlm a Kosmorama li welatê Norwêjê li jiyan û rewşa çê kirina fîlmê xwe bas kir.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, 9’mîn dewra fêstîvala naw netewî a Kosmorama bi nîşan dana berhemên 25 dîrektoran ji welatên cur bi curên cîhan li 2 pişkên kêbirkê û nakêbirkê û pişka taybet bi sînemaya Îran, li çend salonên sînemaya Noay li şarê Trondhaym li welatê Norwej hat şanî dan.

Behmen Qubadî dîrektorê kurd ku tev komek ji ektorên sînemaya Îran, rexnegirên sînema û her wisa hinek ji kesatî û mamostayên zanîngehan li nehimîn dewra festîvala naw netewiya fîlm a Kosmorama li li welatê Norwêj pişkdar bûn li 6imîn roja vê fêstîvalê ser jiyan û rewşa dîrektoriya xwe ji despêkê heya niha anî berbas.

Li rojên nîaşn dana vê fêstîvalê û li pişka sînemaya “ imrûz ê Îran” çend fîlm ji dîrektorên Îranî û kurd wek fîlma sînemayî a “ demsala Kergeden” bi dîrektoriya Behmen Qubadî, fîlma sîmemayî a “gibe” bi dîrektoriya Mohsên Mexmelbaf, fîlma “ În kê fîlm nîst” bi direktoriya Ceifer Penahî, fîlma sînemayî a “perde” bi dîrektoriya Ceifer Penahî û Kamboziya Pertovî û her wisa çend fîlmên din hatin nîşandan.

“demsala Kergeden” li hebûna naw netewiya xwe ya dûmahî bi nûneriya Herêma Kurdistan li pişka “awirê cîhanî” li nawa 37’mîn dewra fêstîvala naw netewiya” Hong Kong” hat nîşan dan û karî 3 xelatên sereke ji 7’min dewra xelata saliyane a sînemaya Asiya be.
\"12602.jpg\"

\"12605.jpg\"

\"12601.jpg\"

\"12603.jpg\"

\"12604.jpg\"

\"12606.jpg\"

\"12607.jpg\"