Behmen Qubadî fîlmnameya zarokên Koban û Şengalê tomardike

15:02 - 14 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Fîlma Dengê zarokên Koban û Şangalê, bi mudîriyeta Behmen Qubadî derhêberê binavbang yê Kurd dê demeke nêz de here ser ekranên temaşavanan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Behmen Qubadî derhênerê binav bang yê Kurd, bi saz kirina fîlma Dengê zarokên Koban û Şengalê, xwestiye koçberî û derbideriya zarokên kurd ku li jêr çekmeyên zalimane yên DAÎŞ`ê de perçiqîn e bi awayê fîlmeke sînemayî nîşanî cihanê bide.

Di wê pirojeyê de 6 fîlmsaz rêwitiya bakûr û başûrê Kurdistanê kirine da di kêleka zarokên bûnî qurbaniyên şerê DAÎŞ`ê cih bigrin û guh bi daxwazên wan bidin. Herwiha wan zarokan hîn bikin da di çarçoveya kurte fîlman de belengazî, hejar, derbiderî, êtîm û sêvî mana xwe bigehînin guhê cîhanê. Ew tîma derhênerê fîlman dixaze zarokan fêr bike da bikanib in serpêhatî, derd û hêviyên xwe bi awayekî fîlm bidin xuyandin.

\"25960.jpg\"
Çêkirina fîlma Dengê zarokên Koban û Şengalê bi derhêneriya Behmen Qubadî
Qubadî li ser saz kirina wê fîlmê gotiye:“Armanca sereke ya min ji çêkirina wê kurte fîlmê (bi alîkariya derhênerên din) eva bûye ku zarokan hîn bikin da li deverên jêr zext û givaşên DAÎŞ`ê de, derd û kulên xwe bi awayekî li ser ekranên medyayî nîşanî cîhanê bidin. Wî derhênerê Kurd amaje bi vê yekê Jî kir: Jiber ku piraniya aliyên nedîtî yên buyerên Şengal û Kobanê veşartî mane, me xwest bi kurte fîlman wan bûyeran bidin nîşandan û derdên zarokên kurd cîhanê re şirove bikin ”

Tê gotin ew kurte fîlm dê kêleka hev bên dayîn da fîlmeke kamil a Sînemayî bê tomar kirin û bi dore bi ser ekran Sînemayî bê nîşandan.

Derhênerê fîlma dirêj a Dengê zarokên Koban û Şangalê, Behmen Qubadî ye û birê ve beriya pirojeyê jî Şaho Nimetî bi stû girtiye.

Behmen Qubadî derhênerê binav bang yê Kurd, sala 1969 (46salî) li Baneya rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî heya niha bi dehan Fîlm û berhemên hunerî di warên kurtefîlm û fîlmên sînemayî de tomar kirin e. Fîlma here binav bang a Sînemayî ku bi zimanê Kurdî, pêşkêşî temaşavanan hatiye kirin” Zemanî berayê Mestiyê esbha” (zemanek bo mest kirina hespan) e . Wê fîlmê Qubadî bi cîhanê da nasand in.