Behmen Mehmûdîazer bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî, ji girtîgeha bajarê Şinoyê hat azadkirin

18:08 - 5 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 13ê Gelawêjê “Behmen Mehmûdîazer” xelkê bajarê “Şino”yê, bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî ji girtîgeha bajarê “Şino”yê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heta dema dadgehîkirinê bi danîna barimteyê hatiye azadkirin.

Roja Sêşemî 11ê Gelawêjê, ew welatiyê Kurd piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Şino”yê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 6ê Pûşperê, “Behmen Mehmûdîazer” bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehî ya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî” tawanbar kirine.