Bêcar/ Wênegirek Kurd pêşangaha binavê “Mirin”ê ava dike

13:28 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:”Cimşîd Ferecwend Ferd”Wênegirê Kurd yê xelkê bajarê Bêcarê, pêşangehek wênegiriyê li ser jiyan û xebata kesekî qbir ken li goristana wî bajarî ava kir.

Cimşîd Ferecwend Ferd wênegirê xelkê bajarê Bêcarê di vê pêywendiyê de bi ajansa Kurdpa ragehand, Pêşangaha binavê “Mirin”ê li ser kar û xebata mirovekê ye ku qebaran çêdike û 40 wêne tên nîşandan ku li heyamê 25 sal karê wênegiriyê de min amade kirine.

Wênegirên Kurd li persiva pirsekê de ku çima te ew pêşangehe li goristanê wekiriye, got: Li rastî de min pêşangaha han bo miriyan wekiriye ku di nivîsekê min bilav kiriye û min gotiye:Pêşangaha han taybet bi kesên wefat kiriye û armanca min li wî karî tenê haydar kirine kesên zindî yeku bizanin mirin heye.

Ferecwen got:Wêneyên min li dema kar kirina kesekê binavê “Îbadula Şebanpûr”hatine girtin ku pitir ji 30 salane ku li goristana “Baxa Rêzvan”ya bajarê Bîcarê mijûlî hilkulîna qebiran ne û hemû wêneyê vê pêşangehê li dema encam dana wî karî de hatine girtin.

Cimşîd Ferecwend li sala 1340’an ya rojî li bajarê Bêcarê ji dayîk bûye û li rişteya girafîk de bawernameya karnasiya zanîngeha Tehranê wergirtiye û pitir ji 25 salane ku mijûlî karê wênegiriyê ye.

Ew wênegirê Kurd li 152 mêhrîcanên navxwe û derveyî welat de serkevtin bi dest aniye û cara dawiyê li fistîvala “Şemîmî Bihar” dinava 6 hezar û 800 berheman de pileya yekemîn bidest aniye.
\"13771.jpg\"

\"13772.jpg\"

\"13769.jpg\"

\"13770.jpg\"

\"13773.jpg\"

\"13775.jpg\"

\"13776.jpg\"