Bêaviyê Bûka baranê ji zarokan da çêkirin+Wêne

18:41 - 2 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Zarok û nûciwanên Kurd li Kamyarana rojhilatê Kurdistanê, rêûresmeke kevin a keskesor (Bûka baranê) li wî bajarî lidarxistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, yek ji kevintirîn rêûresmên Kurdî, bi li xwe kirina cil û bergên chê reng ên Kurdî, ji aliyê keç û jinên bajarê Kamyaranê ve, birê ve çû.

Rêûresma “Bûka baran” ê, bi beşdariya zarok, nûciwan, keç û jinên “Baxçeyê Sawayan (mehd kudek) ên “Kîjan”, Şaperek” û “Nûr” li bajarê Kamyaranê hat lidarxistin û bo heyamê du rojan domkir.

Bi gotina birêveberê Encûmena Perwerdeya hizrî (fikrî) a zarok û nûciwanan li bajarê Kamyaran, ew rêûresme bi armanca saxkirina merasîmên kevin ên Kurdî hatiye sazkirin.

\"24505.jpg\"
Rêûresma kevin a Bûka baran (keskesor) li Kamyaranê
Rojhilatê Kurdistanê bi kêmbûna baranê re rûbirû bûye û hemwelatî bi saxkirina rêûresmên kevin, tenê hiviya wan bi esman maye ku pirsgirêkên wan çareser bike.

Nûçegihaniya “Fars” belav kiriye ku şêniyên gundên başûrê rojhilatê Kurdistanê, bi xwendina helbestên Kurdî ber deriyan digerin û bo barîna baranê dua ji Xwedê dixwazin.
Bûka baranê rêûresmeke kevin a Kurdî ye ku bo barîna baranê di werzên kêmav de birê ve diçe. Keç, jin û zarok kincên bi reng ên Kurdî li xwe dikin û bo barîna baranê ji xwedê dua dixwezin, piştre bi xwarina tiştan û xwendina helbestên cihê reng, bi şahî û kêfxweşî merasîmê dawî tînin.

Helbesta Bûka baranê:
Henaran menaran
Xwedê bike baran
Bo feqîr û hejaran

Ya Xwedê baran bê
Bi ser qêrîna biharê

\"24503.jpg\"

\"24493.jpg\"

\"24497.jpg\"

\"24494.jpg\"

\"24498.jpg\"

\"24502.jpg\"

\"24500.jpg\"

\"24495.jpg\"