Bê ser û şûn bûna 5 welatiyên binçavkirî li Rojhelatê Kurdistanê

15:23 - 15 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa kurdpa: Li Dîwandereyê 3 bira û li Bokanê jî 2 bira ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatine bin çav kirin û çarenivîsa wan ne zelal e.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 3 hemwelatiyên Kurd yên gundê “kêlkewû”ê ser bi Dîwandereyê ku bervar 5’ê çileya pêşîn a 2014’an, hatibûn binçav kirina, heya niha jî çarenivîsa wan nehatiye eşkere kirin.

Şaho Ferzad û Hêmin Miradî, du biran e ku 11 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve, li Dîwandereyê hatin e girtin.

Serbarê serdana malbata wan girtiyan bi bingehên hikûmetê li Dîwandereyê, heya niha jî tu agahî derheq binçav kirina wan kesane de, bi dest neketin e ji ber vê yekê dilgiraniya malbat û xizmên girtiyan zêdetir bûye.

Ji aliyekî din ve du welatiyên gundê “Gamêşgolî”ê bajarê Bokanê, 23 ê çiriya paşîn a 2014’an, hatibûn binçav kirin heya nihajî çarenvîsa wan nehatiye kifş kirin.

Mîlad Ebdî û Qasim Sipahî, heyamê 23 rojin ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve hatine binçav kirin ku hîna jî tu agahî ji çarenivîsa wan bi dest neketin e.

Malbata wan du kurdên girtî di wan 21 rojan de, bi caran sedrdana bingehên peywendî dar bi girtiyan ên hikûmeta Îranê kirin e lê tu agahîyek der bareya wê pirsê de bi wan re nehatiye ragihandin.