BDP'Ê DAXIN, DÊ REWŞ ALOZ BIBE

17:17 - 27 Tebax 2012
Ajnasa Kurdpa: Parlementerê BDP\'ê “Hasîp Kaplan” diyarkir heke BDP\'ê bigirin dê encama xwe gelek xerab be.

Kaplan der barê gotûbêjên ji aliyê MHP-AKP\'ê ve tên kirin ji bo girtina BDP\'ê, axivî û got \"Ger Enqerê navnîşana Meclîsê ji çareserkirina pirsê derxe dê gelek xerab be.

Ger îrada gel bê beralî kirin dê veqtîn çêbe. BDP jî Îradeya gel e.

Her wisaa Kaplan bal kişand ser qonaxa girtina DEP\'ê û got ku dema DEP hate girtin; pevçûn bidawî nebûn, bi hezaran gund hatin hilweşandin, kuştinên kiryarên xwe nediyar zêde bûn, hiqûq hate rakirin, di meclîsê de siyasetmedar hatin bê dengkirin, çapemenî hate bê deng kirin, çete, Jitem, şebekeyên tawanbaran zêde bûn.

Pratiya BDP li sala 2008’n ve piştî ku Partiya DTP ji aliyê Dewleta Turk ve hate damezrandin, ava bû.

Niha jî heyamek e ku seva daxistina avahiyên BDP û bi dawî anîna çalakiyên wê li Kurdistana Turkiye, Dewleta Turk hewla xwe gurtir û xurttir kiriye.