B.D.P Li Diyarbekir Û Îstenbulê De Xwenîşandanek Berfireh Rêk Dixwe

20:30 - 17 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Partiya Aştî û Demokrasî BDP bi niyaz e roja 20 û 21ê vê mehê bi armanca diyarkirina nerazîbûna xwe derheq girtina berfireh ên endamên partiya xwe û bi dawîanîna vê kiryarê, xwenîşandanek berfireh li Diyarbekir û Îstenbulê rêk bixwe.

Mihemd Eren, Rojnamevanê Kurd li Diyarbekir di vê derbarê de ji Ajansa Kurdpa re ragihand: “ Rêxistina B.D.P û herwiha Partiya D.T.P ku berê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve wek girûpek neyasayî hatibûn ragihandin, daxwaz ji endamên xwe kiriye bi armanca diyarkirina nerazîbûna xwe derbarê operasiyona erteşa Tirkiyê li ser deverên sînordar ên Herêma Kurdistanê û herwiha girtina endamên B.D.P û Koma Civaka Kurdistanê (K.C.K) di wan du rojan de meşen berfireh rêve bibe.

Mihemed Eren eva jî eşkere kir ku li Tirkiyê zêdetir ji 3 hezar kes hatine girtin ku piraniya wan endamên B.D.P û K.C.K ne, beşek din jî ji çalakên sivîl, rojnamevan û kesayetiyêm siyasî pêk tên ku piraniya wan li heyamê du mehên derbazbûyî de ji aliyê hêzên ewlekarî ên Tirkiyê ve hatine girtin.

Li gor gotina Demîrtaş, berpirsê Şarevaniya Diyarbekir, roja 20ê vê mehê xwenîşandan li Diyarbekir dê were rêxistin û 30ê mehê jî li Istenbulê.


Berpirsê B.D.P li ser vê bawerê ne ku Hikûmeta Tirkiyê bi awayek rasterast endamên wan digirin û dixwazin wan tawanbar bikin, lê ew bêdeng nabin û dê li ser xebata xwe berdewam bin.

Biryar bû meşa han 20 rojan beriya niha were rêxistin, lê seba erdheja bajarê Wanê, ev yek hat paşxistin.