Bazarça “ Koze Reş”a Selmas, girêya kora bazirganiya nawbera Îran û Tirka
12:14 - 18 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dayxistina bazarça ser sinûriya” Koze Reş”a Selmasê bûye sedema çê bûna pirsgirêkên bazirganî kirin li nawbera hukûmeta islamiya Îran û Tirka.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, daxistina 22 salaleya bazarşa ser sînora “ Koze Reş”a Selmas, pira dan û istanên bazirganî li nawbera Îran û Tirka hiloşandiye û li vî mideyî de zor hew hatiye dan ku ew niqta ser sînorî, bê vekirin, lê ew hewl li vê barê de negihîştine incamê.
Ew bazarça ser sînorî, şarê Selmasê bi şarê” Gelîncîk”a Tirka girê dide û sala 1369ê de bi amanca bazirganî kirinê hatiye pê û paşî salik ji xebitînê hate daxistin.
Li vê barê de nûçe gihaniya Mêhr weşandiye, paşî bi caran civîn û kom bûna berpirsên Îran û Tirka, biryar bû ku bazarçê li sala 1383 de vekin û bazirganî têde bê kirinê.
Serekanî basa ji hindê kir, ev bazarça xêncî hindê ku nehate vekirin, belku xisarik mezin bi têkiliyên bazirganiya nawbera Îran û Tirka û xelkê bêkarê dewerê daye.
Li sala 1385 de “ Emmarî” fermandarê demî yê Selmasê li kom bûnik de qewl bi xelk dabû ku bi zûkatî bazarça Koze Reş yê vebe û xelk dikarin jê behre bibin.
Li sala 1388 de jî parêzgarê demî yê Selmasê bi navê “ Rehîm Qurbanî”, qewlik mîna “ Emmarî” bi xelkê Selmas û dewerê dabû, lê qewlik ku bi gotina Kasibkarên vê bazarçê, heya niha jî nehatiye cî.
Ji aliyik din Haşim Seyîd Ehmedî, berpirsê dezgeha gumrikên parêzgeha Azerbaycana Rojava, nigeraniya xwe ser rewşa niha ya bazarça Koze Reş şanî dabû û ragihandibû, têkiliyê bazirganî li nawbera hukûmeta islamiya Îran û Tirka li astik zor nizim deye.
Parêzgeha Azerbaycana Rojava, nêzî 800 Km. sînorên hevpar tev şarên “ Qars, Van, Ixdir, Amed(diyar bekir) û Agirî” ya Kurdistana Tirka heye û bazarça “ Koze Reş”a Selmas wek ciyik stratejîk bo Îran û Tirka tê hisêb.
Bazarça Koze Reş li 40 Km. a şarê Selmasê deye û li sala 1370a rojî de heya niha çi karik bazirganî tê de nehatiye kirin.