Bazara Sersînor Ya Devera Azadîya Bazirganiya Makoyê, Ji Poena Bazirganiyê Bêpar E

12:35 - 19 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Bazara Sersînor ya devera azadiya bazirganiya Makoyê bêpar e ji îmtiyaza bazirganî û heta niha kert û û beşên taybetî di vê bazarê de neketine kar.

Li gor nûçeya gihîştî destê Ajansa Kurdpa li Makoyê, berpirsên vê bazarê ragihandine ligor ew kertbendiyên ku bo herêmên azad ên bazirganî hatine destnîşankirin, heta niha di vê navendê de ji xeyîn kerta bazirganî tu kertek din ya taybetî neketiye kar.

bazara navhatî biryar e çend rojên din dest bi karê xwe bike û şêvra bajêr û bajêrvanê Makoyê bê tu têdîtinek û bilez û bê hevahengî dest bi vê karê kirine û bê tu bernameyek dest kirine bi firotina jorên nav bazarê de.