Bavê Şanoya Seqizê wefat kir

13:48 - 5 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Yak ji endamên malbata şanoya parêzgeha Kurdistanê, li bajarê Seqizê koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya gehiştî bi ajansa nûçegehaniya Kurdpa, roja yekşem 3’ê Adar a 2013’an, “Emced Elî Muradî” ku bi bavê Şanoya Seqizî hetibû naskirin, li temen 64 saliyê de seva nexweşiyê wefat kir.

Navhatî yek ji damezrênerê şanoya hevçerx a bajarê Seqizê bû û her wiha bi nivîsîn û çêkirina çendîn şanoyên serkevtî, karî weke yek ji Civaka Hunerî ê şanoyê li Kurdistana Îranê de xwe bidete nasandin.

Nimayêşên wî “Xwastin, Egîtê keçel, Hespê Sipî, A Seyîd Kazim û Maç û Rondik” weke binavbagtirîn bermenên ev hunermendê Kurd têne naskirin.

Emced Elî Muradî sala 1954’an li bajarê Seqizê ji dayîk bûye, her li destpêka jiyana zaroktiya xwe de hez bi karê sînema û şanoyê dikir.