Bav û Keçek Mihabadî dinava avê de xendiqîn

15:18 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bav û keçek Mihabadî li demekê de ku tevî malbatê serdana bendava bajarê Miahabdê kiribûn,seva nezanîn melevaniyan dinava ava bendavê de fetisîn.

Li gor nûçeya gihîtî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, piştîniwroya roja Înê berwar 5’ê Tîrmeh keçeka temen 9’salî binavê “Soma Teberzan”dikeve nava ava bendavê de û canê xwe li dest dide.

Şahidên bûyerê bilav kirin, li hemen demê de bavê vê keçê ku jibo rizgar kirina keça xwe diçe nav avê de, seva nezanîna melevaniyan, canê xwe li dest dide.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 25 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê de li nava ava çem û bendavan canê xwe li dest dane.